• Sunday, 15 February 2026
logo

Presskonferansa hevbeş ya Fuad Husên û John Baird

Gulan Media September 5, 2014 Nûçe
Presskonferansa hevbeş ya Fuad Husên û John Baird

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê û wezîrê derve yê Kanadayê behsa naveroka civîna xwe kirin.

Duh li Hewlêrê di presskonferansekî de her yek ji Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Fuad Husên û wezîrê derve yê Kanadayê John Baird piştî civînekî di presskonferanseke hevbeş de naveroka civîna han eşkere kirin.

Di vê presskonferansa han de Husên eşkere kir ku me di civînê de behsa hemahengiya navbera her du aliyan bo şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û herwiha behsa vê yekê jî hate kirin ku hikûmeta Kurdistanê daxwaza hevkariyên însanî û leşkerî ji welatên cîhanê kiriye û di vê çarçoveyê de jî Kanada hevkariyeke baş pêşkêşî Kurdistanê kiriye.

Di beşeke din ya presskonferansa han de John Baird careke din eşkere kir ku Kanada amadeye di warê insanî û di warê leşkerî de hevkariya Kurdistanê bike.

Baird anî ziman ku heta niha Kanada bi qasî 15 miliyon dolar hevkariyên insanî pêşkêşî Kurdistanê kiriye û biryare bi qasî 7 miliyon dolar dubare hevkariya Kurdistanê bike.
Top