• Sunday, 15 February 2026
logo

Kameron: Em gotûbêjê li ser çekdarkirin û perwerdekirina Pêşmerge dikin

Gulan Media September 5, 2014 Nûçe
Kameron: Em gotûbêjê li ser çekdarkirin û perwerdekirina Pêşmerge dikin
Serokwezîrê Brîtanyayê, Davîd Kameron (David Cameron) ragihand ku welatê wî bi awayekî cidî pirsa pêşkêşkirina alîkariya leşkerî bo Hêzên Pêşmerge û perwerdekirina wan gotûbêj dike.


Davîd Kameron ji televîzyona “I TV” re ragihand: “Em amade ne ku alîkariyek zêdetir pêşkêş bikin, em niha bi awayekî cidî dayîna çekan bo hêzên Kurdî û perwerde kirina wan gotûbêj dikin. Roleke me li wê deverê heye û em dikarin alîkariyek bêtir bikin.”

Heta niha Berîtanya di warê mirovî de alîkariya Herêma Kurdistanê dike, tevî karê çavdêriyê û gihandina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.

Davîd Kameron, wiha jî domand: “Rêxistina DAIŞê bi awayekî rasterast metirsiye li ser Brîtaniyayê jî, divê ev alozî bilez bê çareser kirin.”

Serokwezîrê Brîtanyayê got: “NATOyê dê roleke mezin bibîne di ewlekariya navdewletî de, dê ligel dijbereya Sûriyê têkel be li dijî terorê.”

Top