• Sunday, 15 February 2026
logo

Rêxistina Qaide pêk anîna şaxê xwe li Hindistanê ragihand

Gulan Media September 4, 2014 Nûçe
Rêxistina Qaide pêk anîna şaxê xwe li Hindistanê ragihand
Rêberê rêxistin Qaide, Eymen Zewahirî, pêkanîna şaxê rêxistina navborî li Hidistanê ragihand, di hember de hêzên ewelekarî li Hindistanê ketine rewşa amade başiyê.

Eymen Zewahirî di dîmenek vîdyoyî de ku li ser torên civakî hatiye belav kirin dibêje ku, ew dê ala cîhadê li Hindistanê bilind bikin û hikumraniya îslamî li wî welatî pêk bîne.

Piştî vê daxuyaniya Zewahirî, hêzên ewlekaryê yên Hindistan ketin rewşa amadebaşiyê de bo rûbirûbûna van hewlên Qaide li wî welatî.

Zewahirî derbarê pêkanîna şaxekî Qaide li Hindistanê de got, dê ew şax misilmanên Hindistanê ji nebûna dadwerî û sitemkariyê rizgar bike.

Ev du sal bûn ku kar bo pêkanîna şaxê Qaide Hindistanê dihat kirin, ew şax jî dê di bin fermana Asim Omer de be.

Hevdem Zewahirî carek din tekez li ser dilsoziya xwe bo rêberê Qaide li Efxanistanê Mele Mihemed Omer anî ziman û bi tundî şerê rêxistina radîkal DAIŞê kir û nerzaîbûna xwe ji kiryarên DAIŞê diyar kir.

Aloziya navbera DAIŞê û Qaide di sala 2013an de dest pê kir, dema ku Ebû Bekir Bexdadî, ku xwe wek xelîfeya misilman an niha dide zanîn, daxwaz ji Zewahirî kir ku dilsoziya xwe jê re rabighîne.

Basnews
Top