Wezareta Pêşmerge: Pêşmerge li tevaya axa Kurdistanê azade
Pêr, 2ê Îlûnê, serokê grûpa Bedir a çekdarî ya Şîe, Hadî Amirî serdana parêzgeha Kerkûkê kiribû û ligel parêzgar Necmedîn Kerîm civiyabû, piştire Amirî civînek ligel serokhozên ereb ên Kerkûkê jî pêk anîbû.
Amirî di konfransekî rojnamevanî yê hevbeş de ligel Necmedîn kerîm ragihandibû ku, ew qebûl nakin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Kerûkê bimînin û pêwîste ji wê deverê vekişin, herwiha ligel hozên ereb ên wê parêzgehê jî behsa heman babetê kiribû.
Berpirsê ragihandinê di wezareta pêşmerge de, Helgurd Hikmet bi tundî bersiva vê daxuyaniya Amirî da û got: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li tevaya axa Kurdistanê azade.”
Herwiha Helgurd Hikmet ragihand ku, Hêzên Pêşmerge ji hemû navçeyên ku tê de venakişe, di nav wan de jî naveçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistan.
Piştî girtina bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve di 9 Hezîrana borî de, hêzên ser bi artêşa Iraqê ve ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kûurdistanê revîn û Hêzên Pêşmerge jî bo parastina wan navçeyan ew navçe û di nav wan de Kerkûk girtin û bûn rêgir li pêş girtina wan navçeyan ji aliyê DAIŞê ve.
Herwiha çendîn car rayedarên Herêma Kurdistanê tekez kirin ku êdî Pêşmergeyên Kurdistanê ji wan navçeyan venakişin.
Basnews
