Hadî Amirî: Wezareta Pêşmerge kartonî ye
Amirî di daxuyaniyekê de bo tora Medyaya Rûdawê behsa gotinên xwe yên dawî kir ku ligel Parêzgarê Kerkûkê gotibûn û têde daxwaza vekişandina Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li dereveyî îdareya Herêma Kurdistanê kiribûn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge bi tundî bersiva Amirî dabûn û tekez kiribû ku Pêşmerge ji wan navçeyên Kurdistanî venakişe.
Hadî Amirî got: “Divê Pêşmerge vekişe, li gorî destûrê Iraqê Pêşmerge pêwiste tenê li ser axa Herêma Kurdistanê be û nikare li derveyî wî sînorî bimîne.”
Serokê rêxistina Bedir, êriş kir ser Wezareta Pêşmerge û bi “kartonî” bi nav kir û got: “Wezareta Pêşmerge li hember DAIŞê neserketiye.”
Hadî Amirî behsa wê yekê jî kir ku “hinek Kurd” mijûlê muzayedeyê ne û Herêma Kurdistanê bereve metirsiyê ve dibin.
Ew berpirsê Şîe daxwaz kir ku Kurd siyaseta destbadanê bikarnehîn in û got: “Hebûna Pêşmerge di destûr de nîne, tişta ku heye, artêşa parastina sînore.”
Herwiha dibêje, eger Kurdan projeke nû derxistibin, bera bên em bi hevre li ser rêkbikevin, wek amaje bo nave Hêzên Pêşmerge.
Rudaw
