Artêşa Iraqê careke din li Tikrîtê şikestin xwar
Duh Peyvdarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraq`ê Ferîq Qasim Eta ragihand ku, heya niha hewlên hêzên Iraq`ê bo çûna nava bajarê Tikrît`ê şikestin aniye û têkest kir ku şer li wir berdewam e,
Bi mebesta derkirina çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) û kontrolkirina bajarê Tikrît`ê şeva Dûşemê li ser Sêşemê Artêşa Iraq`ê ji 3 aliyan ve hêrişa bo ser bajarê Tikrîtê` dest pê kir.
Beriya niha çavkaniyên serbazî yên Iraq`ê ragihandin ku, hêza hevbeş ya Artêşa Iraq û Pêşmergeyan hêriş kirin ser çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq – Şam`ê (DAIŞ`ê) li gundên Başûr û Bakurê Silêman Beg`ê.
Xendan
