Albanya 22 miliyon parçe çek wek alîkariya serbazî da Kurdistanê
Hikûmeta Albanya di daxuyaniyekê de ragihand: “Şandina çekan ji aliyê me ve, wek bersivekê ye ji bo daxwaza Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bo rawestandina pêşrewiyên çekdarên DAIŞ'ê ku niha jî Mûsil di destê wan de ye.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin: “Beşê yekemîn ji wan çek û teqemeniyan dê were şandin bo Herêma Kurdistanê ku 22 milyon parçeyên çekan li xwe digre wek kalaşnîkov û 23 hezar roket in.
