Necmedîn Kerîm: Hebûna pêşmerge li Kerkûkê demkî ye
Roja , 2ê Îlûnê, Hadî Amerî serdana Kerkûkê kir û ligel parêzgarê wê Necmedîn Kerîm civiya û dilgiraniya xwe ji hebûna Hêzên Pêşmerge li Kerkûkê anîbû ziman.
Çavkaniyekê ji nava civîna Amirî û Kerîm ji BasNews re aşkere kir ku, Necmedîn Kerîm ji Amirî re gotiye ku ligel başbûna rewşa ewelekariyê dê Hêzên Pêşmerge ji wê navçeyê vekişin.
Herwiha Kerîm spasiya çekdarên Bedir ên Şîe kir li ser rola wan di rizgarkirina her du bajarokên Amirlê û Silêman Beg de, di demekê de ku rola sereke ya girtina her du bajarokan a Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê bû.
Piştî bidawîhatina civînê, Hadî Amirî û Necmedîn Kerîm konfransekî rojnamevaniyê lidarxistin, ku tê de Amirî ragihand ku ew rê nadin Hêzên Pêşmerge ku li navçeyên Kurdistanî yê derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bimînin.
Basnews
