Wezîrê Derve yê Kenedayê gihîşt Hewlêrê
John Baird duh êvarê bi rêya Balefirgeha Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê. Felah Mistefa Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, got, tê payîn Baird li gel Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên dîtir ê hikûmeta herêmê re rûne
Baird, duh bi şanda pê re serdana paytexta Iraqê Bexdayê kiribû û li gel Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê û Heyder E’badî ku bo sazkirina hikûmeta nû ya Iraqê hatibû erkdarkirin re civiyabû.
Rudaw
