Xwepêşanderan Êrîşî ser Parliyamenta Iraqê kirin
Malbat û xizmên 1700 xwendekarên Iraqî yên Kolêja Leşkerî ya Speicherê yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn komkujkirin, îro li ber avahiya Parliyamenta Iraqê li Baxdadê kom bûn û xwepêşandan kirin.
Parliyamenterê Iraqê Selîm Şûşkeyî di daxuyanîyekê de ragihand, ku xwepêşanderan êrişî parliyamentê kirin, ji ber wê jî di navbera karmendên parliyamentê û xwepêşanderan de alozî derket û hinek ji wan birîndar bûn.
Parliyamenterê berê yê Iraqê Miş`an Cibûrî roja 20ê Tebaxa îsal navên kujerên wan xwendekaran eşkere kir, ku navê birazayê Sedam Husên ê bi navê Îbrahîm Sebawî jî di nav de bû.
Jêder: Rûdaw
