Endamên PKKê nehêştin hevkarî ji xelkê Şengalê re were şandi
Endamên PKKê yên li Şengalê nehêştin hevkariya xelkê Şengalê were kirin.
Di vê derbarê de jêderek li devera Şengalê ragehand ku endamên PKKê yên li devera Şengalê nehêştin ew hevkariyên însanî û leşkerî yên ku ji aliyê Kurdistaniyan ve hatine komkirin ji xelkê Şengalê re werin şandin.
Çavkanî eşkere kir ku hêzên PKKê gotine lazime tevahiya hevkariyên ku dibe ji şengaliyan re werin şandin dibe di bin ala PKKê û di bin çavdêriya PKKê de bin û xelkê Şengalê jî ew daxwaza han ya PKKê red kiriye.
