DAIŞê serê rojnamevanê amerîkî Steven Sotloffê jê kir
Di vîdyoyê de her wiha DAIŞ bi kuştina David Haines ku welatiyên Brîtanyayê û di destê wan de ye jî gef dixwe.
Di vîdyoyê de, beriya kuştinê Sotloff ji kamereyê re diaxive û dibêje “Ez buhayê operasyona DYAyê me.”
Endamê DAIŞê ku rûyê wî girtîbû ji Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) re dibêje, “Ger mûşekên we lêdana gelê me bidomînin, kêrên me jî dê qirika gelê we bibire.”
Sotloff herî dawî, meha borî bi rojnamevanê amerîkayê James Foley ku beriya hefteyek serê wî hatibû jêkirin di videoyê de derketibû. Di vidyoyê de DAIŞî gef li Obama dixwin ku, çarenûsa Scotloff girêdayî operasyonên DYA yên li Iraqê ye.
Steven Sotloff tebaxa 2013ê li Sûriyeyê winda bûbû. Malbata wî û gelek rayedarên dîtir bo berdana wî ketibûn nava hewldaneke veşartî.
Sotloff 31 salî bû û li Floridaya Başûr tevî dê, bav û xwişka xwe dijiya.
Sotloffê, dest bi fêrbûna zimanê erebî kiribû û gelek nivîsên wî di rojnameyên Time, Foreign Policy û World Affair û hin rojnameyên cîhanî û herêmî de derketibûn.
Rudaw
