• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî qanûna Referandûmê pesend kir

Gulan Media September 2, 2014 Nûçe
Barzanî qanûna Referandûmê pesend kir
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî qanûna bûdceya partiyên siyasî û qanûna Komîsyona Hibijartinan û referandûmê pejirand.

Şêwirmendê Ragihandinê yê Parlamentoya Kurdistanê Tariq Cewher, di daxuyaniyekê de ragihand, Barzanî qanûna jimare 4 a Komîsyona Hilbijartinan û referandûmê her wiha qanûna jimare 5 a bûdceyê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê pejirand.

Cewher da zanîn, ew qanûn roja 31ê Tebaxa îsal ji aliyê Barzanî ve hatine îmzekirin.

Tariq Cewher diyar kir ku piştî ku ew qanûn di di rojnameya fermî de hatin belavkirin dê bikevin piratîkê.

Rudaw
Top