• Sunday, 15 February 2026
logo

Kurdên êzdî fermandeyek taybet bi xwe pêk tînin

Gulan Media September 2, 2014 Nûçe
Kurdên êzdî fermandeyek taybet bi xwe pêk tînin
Kurdên êzdî fermandeyeke Pêşmerge ya taybet bi xwe pêk tînin û ew dê di bin fermana Serokê Herlêma Kurdistanê de be, kurê mezin ê Mîr Tehsîn Beg jî tekez dike ku taybetmendiyên wan hene lewma pêwîstiya wan bi fermandeyekê heye, Qasim Şeşo jî dibêje ev yek di vê rewşê de zehmete.

Ismet Mîr Tehsîn Beg, kurê mezin ê Mîrê Êzdiyan, ji BasNewsê re aşkere kir ku, wan daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kiriye ku fermandeyek taybet bi Kurdên êdzî pêk bîne, ku hemû xortên êzdî vehewîne, heta ew bikarin bi alîkariya Hêzên Pêşmerge navçeyên êzdînişîn biparêzin.

Ismet Mîr Tehsîn Beg got jî, Em wek êzdî taybetmendiyên me hene û hebûna fermandeyeke wiha ku hemû êzdiyan di nava xwe de kom bike, dê rêgiriyek mezin be heta ew karesat bi serê êzdiyan hatiye, carek din rûnede.”

Hevdem fermandeyê niha yê xortên êzdî, Qasim Şeşo li Çiyayê Şingalê ji BasNewsê re tekez li ser wê yekê kir ku ew niha di çarçoveya fermandeyekê bi navê Yezdîxan e, xwe rêxistine û di bin fermana Barzanî de ne.

Qasim Şeşo da zanîn jî ku, Barzanî fermandyê giştî yê hemû hêzên çekdar ên Kurdistanê ye û hevkarê meye, bêguman em jê di bin fermana wî de ne, lê het ev rewûa niha zelal nebe em nikarin fermandeyeke taybet pêk bînin.”

basnews
Top