Serkirdeyek û 26 çekdarên DAIŞê li Rebîe hatin kuştin
Şêx Mihemed Elbû Ziyab, ku kesaytiyek ji hozên erebî li devera Rebîe ye, ragihand ku, balafirên şer ên Iraqê mala Şêx Fewaz Cerw topbaran kirin û di encam de serkirdeyekî DAIŞê ligel 26 çekdarên trêxistinê hatin kuştin.
Navborî diyar kir jî ku 6 otombîlên Doşke helgir ên çekdarên DAIŞê jî hatin têk birin.
Basnews
