Pêşmerge û artêşa Iraqê bajaroka Yengîce girtin
Êrişa pêşmerge û artêşa Iraqê demjimêr 6:30ê êvarê dest pê kir. Çavkaniyekî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, di encama êrişê de endamên DAIŞê gelek termên xwe û nêzîkî 20 otomobîlên serbazî li paş xwe hîştine û revîne. Heman çavkaniyê got, Yengîce niha dibin kontrola hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de ye.
Li aliyê dîtir, ev sê roj in li Zûmarê şer dijî çekdarên DAIŞê didome. Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ji eniyên şer deqîqe bi deqîqe operasyonê dişopîne û zanyariyên digihîne. Hêvîdar radigihîne ku Pêşmergeyan li DAIŞê daye û heta niha ji 70 zêdetir endamên wê kuştine.
Rudaw
