• Sunday, 15 February 2026
logo

Merkel: Divê em pir ji dil spasiya Hêzên Pêşmerge bikin

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Merkel: Divê em pir ji dil spasiya Hêzên Pêşmerge bikin
Civîna Parlamentoya Elmanyayê li ser şandina çekan û alîkarîkirina Herêma Kurdistanê ku Rawêjkara Elmanya Angela Merkel û hemû parlamenter amade bûn, bi dawî hat.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê bi amadebûna hemû parlamenter, serokên fraksiyonan û wezîrên kabîneya Angela Merkel, Parlamentoya Elmanya civiya. Destpêkê Serokê Parlamentoyê axaftinek kir û da zanîn ku civîn liser daxwaza hikûmetê bû daku zanyariyan derbarê şandina çekan bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de bidin.

Serokê parlamentoyê di axaftina xwe de behsa destpêkirina şerê cîhanî yê yekê di sala 1914an de kir, ku bi milyonan kes bûn qurbanî û got: ‘‘Niha jî şer her berdewam e û em bi çavê xwe dibînîn ku li Suriye, İraq û Îsraîlê berdewam hevwelatî dibin qurbanê siyaseta nerast û dîktaroran.’‘

Piştre serokê parlamentoyê rê da Angêla Merkel daku wek hikûmet li ser şandina çek û alîkariyê bo Herêma Kurdistanê agahiyan bide Parlamentoyê. Angela Merkel li ser rewşa Kurdistan, Îraq û şerê DAİŞ’ê û metirsiyên wê axifî û bal kişand ser alîkariyên pêwîst û bilez bo parastina koçberan, hêzên leşkerî yên Îraq û Pêşmergeyan û welatiyan yên di jiyaneke metirsîdar de dijîn li Herêma Kurdistanê.

Merkel behsa rola Emerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê kir û wiha axifî: ‘‘Niha şansekî mezin li ber destê me ye eger em niha bikar neyînîn wê kengî ev şans were bikaranîn? Divê em niha wî şansî bikar bînîn û gelê Kurd û hemû olên din werin parastin, emê bi hemahengî û li ser biryara hikûmeta navendî ya Îraqê alîkariyên xwe ji bo Kurdan berdewam bikin û derdora 50 milyon Euro alîkariyên wek derman, xwarin û pêwîstiyên jiyanê bidin wan û ev têrê nake divê em bizanibin ku Pêşmerge bi tenê nikare li hember grûpa radîkal û terorîst raweste, li vir divê pir ji dil em spasiya Hêzên Pêşmerge bikin, jiber ku ew rola hemû cîhanê dibînin û şerê terorê dikin, ev teror ne tenê liser Kurdan metirsî ye, lê liser Tirkiyê, Urdin, Suriye, Îraq û herwiha Elmanya û Ewropa û hemû cîhanê metirsî ye.

Îro Kurd hemû kêmnetew û olan diparêzin pêkve jiyan di herêma wan de heye, evna mînakeke li wê deverê, divê em wê bizanin, ew karesatên bi serê wan hatine û taybet ewa vê dawiyê li Şengalê, wêne û dîmenên zarokan, kuştin û talan û wêrankirin, giriyê dayîkan û reva bi milyonî ji ber çavên me neçe, em dê qet ji bîr nekin, ji bo ew xelk bijîn û di bin parastinê de bin, helbet divê em wî karê însanî bikin û destê alîkariyê bighînîn Herêma Kurdistanê li Îraqê wek Emerîka û hikûmeta Îraqê alîkar bîn.’‘

Serokê Fraksyona Die Linke Gysi: ‘‘Em dijî şandina çekan e bo Hêzên Pêşmerge, ji ber ku Pêşmerge Êzdî bi tenê hêştin û PKK’ê ew parastine û divê li şûna dana çekan bo Pêşmerge bila ew çek bo PKK’ê biçin daku Êzdiyan biparêzin. Herwiha divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin, ji ber yên li hember terorîstan şer dikin divê em wan biparêzin. Hikûmeta Kurdistanê tevî hikûmeta Tirkiyê deriyên xwe liser Rojavayê Kurdistanê li Suriyê giritine ev jî şermizariyeke û divê di zûtirîn dem de derî werin vekirin daku alîkarî bighin welatiyan.’‘



Serokê Fraksiyona SPD Thomas Oppermann: ‘‘Rewş gelekî aloz e û divê bi hemî awayekî alîkariya Kurdan bê kirin. Eger niha grûpa terorîst bikeve nav axa Urdinê ku bi sedan hezar penaberên Surî li wî welatî di kampan de dimînin, wê karesatên mezin dirust bin, li Suriyê beşeke mezin a welat ketiye destê wan de û li Îraq û Kurdistanê jî di şerekê mezin de ne, bi tenê alîkariyên madî û derman û xwarin çareser nabe, divê çek jî werin dayîn daku bikaribin xwe biparêzin.



Bi sedan hezar kes di nava welat de penaber bûne, bi hezaran zarok bûne qurbanî, pîr û kal êdî di tirseke mezin de dijîn, ev rewşeke gelekî aloz e û pêwîstî bi me heye, çênabe em bê deng bimînin. Ji bo penaber bikarin bijîn li Herêma Kurdistanê, divê alîkarî berdewam bin, lê çek divê werin şandin, ji ber ku hemû corên alîkariyan sazî û rêxistinên xêrxwazî ji hemû cîhanê dişînin Kurdistanê, lê Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê pêdiviya wan bi xwarinê nîne, pêdiviya wan bi çekan heye.

Wek SDP rêzeke me ya mezin bo Kurdan û hêzên wan heye, ku wan hejmareke zêde ya penaberan wergitine, wan diparêzin û ji mirinê rizgar kirine, lê bêyî alîkariya me û ya hemû cîhanê ewê şer dikin û terorîstan dikujin nabe bi tenê bên hiştin û em temaşevan bin, divê em sipasiya wan bikin û alîkariyê bidin wan. Herwiha em spasiya hikûmeta xwe dikin ku bi rastî biryareka jîr û pêwîst da û Kurd bi tenê nehiştin, bila çep û rast jî bizanin ku pêdiviya Kurdan bi me heye û divê em alîkar bin.’‘

Serokê Fraksiyona Partiya Keskan B90/Grüne Anton Hofreiter: ‘‘Niha bi milyonan hevwelatî penaber bûne û dest ji mal û milkên xwe berdane ji ber kiryarên grûbên radîkal, ew bê av û xwarin mane, evna metirsiyeke mezin e, beriya sed salan şerê cîhanî destpêkiribû, ya niha jî şerekî mîna wê ye û pir mezine jî, divê mirov alîkariya wan bike, lê şandina çekan ne pêwîste, divê mirov hizra pêşerojê bike ka rewş ber bi kû ve diçe.



Niha li Qeter û Erebistana Siudiyê hemû cîhan dizane ew grûb tên perwerdekirin, tên pir çekkirin û tên şandin bo welatên wek Îraq û Kurdistanê daku şer bikin, her welatê me bû ew çek dan Qeter û Erebistana Siudiyê, divê hikûmet bizane şandina çekan wê sibe çiqas rast be.

Serokê Fraksiyona Hevanlbenda Hevgirtî (CDU/CSU) Voker Kauder: ‘‘Divê bi hemû şêweyan hikûmet alîkariya Pêşmergeyan bike û alîkariyên pêwîst bighînin penaberan. Axaftina Partiya Çep cihê şermezariyê ye, divê em hemû bi hevre alîkariya wan bikin ên ku îro li şûna me li hember terorîstan şer dikin.’‘



Di dawiya axaftina xwe de behsa têkeliyeka xwe û Barzanî jî kir û got: ‘‘Di peywendiyeke navbera min û Serokê Kurdan birêz Barzanî de me qala rewşa Kurdistanê kir, serok Barzanî gote min em 5 milyon hevwelatî ne lê li vê herêmê niha zêdeyî yek milyon û nîv penaber li cem me hene, rewşa me pir ne baş e. Herwiha eger herêmeke wek Kurdistanê 5 milyon kes bin û yek milyon û nîv penaber hebin, welatekî wek Elmanya ku em bi rehetî dijîn û ti metirsiyek nîne, em nikarin derheqî penaberên xwe derbikevin, wê çaw Kurd derheq derkevin ku taze ronahiyek li wê derê he ye, divê em alîkar bin û ya pêwîst bo wan bikin, çênabe em çavên xwe bigrin, divê em di praktîkê de kar bikin.’‘

Serokê UNA Kurd li Elmanya û endamê berê yê Parlamentoyê Giyasedîn Sayan jî ku di di civînê de wek mêvan amade bû ji BasNewsê re liser civînê axifî. Sayan derbarê biryara şandina çekan bo Hêzên Peşmerge de got: ‘‘Evna cara duyem e Parlamentoya Federal a Elmanya liser Kurdan dicive, cara din jî sala 2012an liser karesata Helebce û îsal wate îro jî liser piştgirîkirina Serok Barzanî û şandina çekan bo Hêzên Pêşmergên Kurdistanê, ev pir giring e û derfeteke zêrîne bo me Kurdan, serok û hêzên me jî bi başî karê diplomasî dimeşînin, ji bo wê jî ev biryar û civîn tên li darxistin. Ez îro gelekî kêfxweş im ku di vê civînê de hikûmet û fraksiyonên parlamentoyê behsa rol û xebata Pêşmerge û serok Barzanî dikin, bi başî û pozetîv pesnê Pêşmerge didin, ev dîrokeke tê tomar kirin.’‘

Di dawiya civînê de 4 jinan xwe gihandin salona civînê ku navê xwe tomar kiribûn, lê ew bi cilên Kurdî bûn, 2 jin Kurdên Êzdî û 2 jî Elman bûn, wan plakatek derxist ji bo şermezarkirina biryara hikûmetê, lê polîsên taybet hebûn û her zu nehiştin plakata xwe vekin û ew ji salonê derxistin.



Di pirseka giştî ya BasNewsê de bo wan jinan, yekê ji wan wiha bersiv da: ‘‘Em hatine biryara wan şermezar bikin, ev rûreşî ye ku Elmanya guhê xwe bide Barzanî û çekan bidin Pêşmergeyên ku Êzdî firotine, divê ew çekan bidin PKK’ê, adresa Pêşmerge şaş e.’

Hêjayî gotinê ye beriya destpêkirina civînê li ber deriyê Parlamentoyê qerebalixiyeke têkel hebu, ji aliyekî ve saziyeka Elmanî a parastina Gelên Bindest tevî Komkar û alîgirên PDK’ê kom bûbûn û spasiya hikûmeta Elmanya dikirin ji bo piştevaniya wan bo Kurdistanê, ji aliyê din ve hinek kesên bi serê xwe hatibûn şandina çekan û bazirganîkirina çekan protesto dikirin, herwiha grûpeka siyasetmedarên Partiya Çep (Die Linke) kombûneke girseyî lidarxistin û dijî şandina çekan slogan bilind dikirin.



Liser trîbuna mêvanan şandeke ji Rikaberên Suriyê û Grûpeka Saziya Êzdiyên Elmanya (Yezidischer Zetralrat) û herwiha hijmareka zêde ya nûnerên saziyên ragehandinê hebûn, yên Kurdî jî Kurdistan Tv û BasNews hebûn.

Basnews
Top