• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Ormiyê di bêdengîya Tehranê de guvaşên Azerîyan bo ser Kurdan zêde dibe

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Li Ormiyê di bêdengîya Tehranê de guvaşên Azerîyan bo ser Kurdan zêde dibe
Li parêzgeha Ormîye li Rojhilatê Kurdistanê hewlên dijayetîkirina Kurdan û qedexekirina ziman û ferhnega Kurdî ji alîyê berpirsên Azerîyên parêzgehê ve berev qonaxeke nû û metirsîdar diçe. Di evan çend heyvên dawîn de bi aşkirayî û ji alîyê berpirsan ve hewla qedexekirina zimanê Kurdî û nîşaneyên ferhenga Kurdî li bajarên bakûrê evê parêzgehê hatiye dan.


Li gor malper û jêderên medyayîyên Rojhilatê Kurdistanê, şepêleke nû û dijwar li dijî Kurdên bakûrê parêzgeha Ormiyê (parêzgeha Azerbaycana Rojava) ji alîyê berpirsên Azerî yên parêzgehê û grûpên Azerî yên li ser rêbaza Pan-Turkîsmê dest pê bûye û bi awayeke sîstematîk guvaş li ser Kurdên bajarên Ormiye, Selmas, Xoy (Kela Xwê) û Mako´yê zêde bûye, ku heta li derveyî çaçoveyên qanûnîyên Komara Îslamîya Îranê ne.

Li gor zanyarîyên ji jêderên medyayîyên Rojhilatê Kurdistanê ve, berpirsên pile bilindên parêzgeha Ormiyê ku piranîya wan Azerî ne û dezgehên hikûmî yên li parêzgeha Ormiyê û bi hevkarîya nûnerên Azerîyan li parlemana Îranê bi taybetî Nadir Qazîpûr ji çend heyv berî niha ve û bi awayeke sîstematîk dest bi pilanekê bo dijayetîkirina gelê Kurd û reşkirina nasnameya wan kirine û bi tewawî hewl bo reşkirina şûnwarên nasnameya Kurdî li bakûrê parêzgehê didin. Li gor zanyarîyan di evê çarçoweyê de şaredarîya bajarê Ormiyê û bi taybetî şaredarê wê Muhemed Hezretpûr biryar dane ku navên cade û kolanan li bajarê Ormiyê bi turkî bihê nivîsîn. Şaredarîya Ormiyê jî bi awayeke lezgîn û tenê di navbera çend rojan de ew biryar cîbicî kir û navê piranîya kolan û cadeyên serekîyên Ormiyê ji Farsî ve kirine Turkî.

Herwiha li gor zanyarîyên ji bajarê Ormiyê ve, di çarçoweya pilana dijayetîkirina Kurdan de, Şaredarîya Ormiyê biryarek derkiriye û têde bi kar birina navên Kurdî li ser şîrket, dokan û di nava bazarê de qedexe kiriye û bo cîbicîkirina wê biryarê jî maweyeke ku hewla rakirin û nehêlana navên Kurdî li ser şîrket, bazar, dokan û cihên taybetî jî dihê dan û heta niha navê gelek şîrket û dokan û bazarên Kurdan bi zordarî hatine reşkirin û navê Frasî li wan hatine kirin. Li gor jêderên nûçeyan, Tîmên taybetî berdewam di nava bazar û dokanên Ormiyê de digerin û gefê li dokandar û bazarîyên Kurd dikin û muhletê didin wan ku zû bi zû navên Kurdî li ser şîrket û dokanên xwe rakin, eger na, dê bihên sizadan û cihên wan bihên daxistin.

Malpera Nîsan News ku malpereke Kurdî ye û nûçeyên taybet bi bakûrê parêzgeha Ormiyê û bajarên weke ormiye, Selmas, Xoy (Kela Xwê) û Mako´y dide, ragiahndiye, ku şaredarîya Ormiyê di navbera 4 rojan de piranîya cade, kolan û meydanên serekî û herwiha navên parkên bajarê Ormiyê ji Farsî û Kurdî kiriye Turkî. Evê malperê amaje bi navê çend cihan kiriye ku şardarîya Ormiyê ji Farsî û Kurdî kirine Turkî weke: meydana Eyalet kiriye Yûrdşahî Derwazesî, Parka Danêşcû kiriye Parka Îller Baxî, Cadeya şehreka Balavê bi Balo Derwazesî û htd.

Li gor zanyarîyên malpera Kurdpa jî, çend roj berî niha jî welatîyeke Kurd ê Ormiyeyî bi navê Islam Ehmedî xodanê dokana şîrînîfiroşîya Lawan ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hate girtin û dokana wî jî hate daxistin. Li gor zayarîyan, Islam Ehmedî xodanê şîrînîfiroşîya Lawan ji alîyê tîmên şaredarîyê ve çend caran hatibû agahdarkirin ku gerek navê dokana xwe biguhere û careke din navê Kurdî li ser nehê danîn, lê wî red kiriye û piştre tîmên şaredarîyê û hêzên ewlehîyê dest danîne ser kampiyotera dokana wî û dokana wî daxistine û ew bi xwe jî girtine. Şaredarîya ormiyê piştre ragihandiye, ku goya ala Kurdistanê di nava kampiyoterê de hebûye û ji ber wê biryara daxistina yekcarekîya şîrînîfiroşîya Lawan dane û xodanê wî jî girtine.

Şaredarê bajarê mezinê Ormiyê Muhemed Hezretpûr jî di daxuyanîyekê de piştgîrî li siyaseta danîna navên Turkî li ser cade, park û kolanên bajarê Ormiyê kir û ragihand, ku navlêkirina cadeyên Ormiyê bi Azerî, di çaroveya ferhenga resen a navçeyê de bûye û zulm li ti ferhengeke resen li Ormiyê nehatiye kirin û hemû kes ji evê pêngavê razî ye. Muhemed Hezretpûr herwiha bi awayeke nerasterast Kurd weke eşîr û koçber bi nav kiriye û ragihandiye, ku qewmên eşîr, ewên ku koç kirine û hatine Azerbaycanê, gerek bizanin ku di evî bajarî de rêz li wan hatiye girtin û hemû mafek hene, lê pêywîste pêşîya êrişa ferhengî bo ser ferhenga Azerîya bihê girtin.

Di berdeamîya guvaşa li ser Kurdên Ormiyê de, herwiha muhleta karkirinê ji govarake Kurdî ya zanîngeha ormiyê bi anvê Lahî hate standin. Govara Lahî li zanîngeha Nazlo ya Ormiyê û ji alîyê çend xwandevanên Kurd ve bi her du zimanên Kurdî û Frasî dihate weşandin. Pêştir jî di berdewamîya heman siyaseta dijayetîkirina Kurdan di asta ferhengî de, çendîn govarên dinên zanîngeha Ormiyê bi navên Ruwange, Jîno, Herewez û Bûjan ji alîyê berpirsên Azerî ve hatine daxistin.


Li dijî ewan siyasetên nijadperestî û hewlên ji nav birin û qedexekirina nasnameya Kurdî, Kurdên Ormiyê nerazîbûnên xwe nîşan dane û dengê nerazîbûna xwe gihandine parêzgar û şaredarê ormiyê, lê ti bersivek wernegirtine. Herwiha Enistîtûya Kurmanc li zanîngehên Ormiyê jî di beyannameyekê de bi tundî ew siyaseta dijî Kurdan şermezar kiriye û daxwaza nîşandana helwêst ji hikûmeta Tehranê kiriye.

Her yek ji nûnerê Kurdê Ormiyê di parlemana Îranê de Abid Fetahî û nûnerên Kurd di encûmena şaredarîya Ormiyê de Ismet Giramî û Muhemed Xalid Hatemî jî di nameyekê de bo organên hikûmetî li parêzgeha Ormiyê daxwaz kirine, ku biryara rakirina navên Kurdî û dijayetîkirina zimanê Kurdî bihê rawestandin û rewşa aloz a bajar bihê çareserkirin. Herwisa hatiye ragihandin, ku Kurdên Ormîyê tomareke nerazîbûnê bi îmzayên 5 hezar kesan ve ji bo parêzgar, şaredar û serok komarê Îranê û şêwirmendê wî bo karûnarên kêmîneyan şandine û daxwaza çareserkirina evê kêşeyê kirine.

Top