• Sunday, 15 February 2026
logo

Barzanî û Joe Biden operasyonên dijî çekdarên DAIŞê nirxandin

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Barzanî û Joe Biden operasyonên dijî çekdarên DAIŞê nirxandin
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Joe Biden Cîgirê Serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê, di rêya pêwendiyeke telefonî de, tekez liser girîngiya bilez pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin.

Nivîsingeha cîgirê serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ragihand ku roja 31ê tebaxê, Biden telefon bo Barzanî kiriye. Di wê pêwendiyê de behsa gehandina alîkariyên mirovî û dirêjkirina operasyonên leşkerî bo ser çakdarên DAIŞê kirine.

Herwiha herdu aliyan behsa rewşa bajerokê Amirliyê û hevkariyên leşkerî yên vê dawiyê navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê kirine ji bo kontrol kirin û derxistina wî bajerokî ji destê çekdarên DAIŞê.

Nivîsingeya Biden herwiha ragihand ku Barzanî di wê pêwendiyê de pêdagirî li ser bilez pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kiriye.

Rudaw
Top