• Sunday, 15 February 2026
logo

Çirayên Xwestekê ji bo Aştiyê hatin firandin!

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Çirayên Xwestekê ji bo Aştiyê hatin firandin!
Şaxa Sendikaya Kedkarên Gelemperî (KESK) ya Diyarbekir, ji bo balê bikişîne ser êrîşên DAİŞ û buyerên Şengal û Rojava û ji bo vexwendina çalakiya 1-ê Îlonê, roja aştiyê, li Birca Keçikê ya dîrokî forûmek lidarxist.

Di forûmê de, kesên ku axivîn li ser gengeşiya Rojhilata Navîn sekinin û bi piranî bal kişandin ser êrîşên DAİŞ’ê li ser Şangal û Rojava. Di axaftinan de hat gotin ku ‘çeteyên DAÎŞ’ê îro ne tenê êrîşê dibin ser Şengal lê êrîşê dibin ser tevahiya axa Kurdan’.

Herwiha axaftvanan êrîşên çekdarên DAÎŞ’ê wek hovane binavkirin û gotin ku ew van êrîşan li dijî mirovatiyê dibînin û riswa dikin. Herweha, berxwedana li dijî van êrîşan jî hat silav kirin, piştgiriya van berxwadanan û alikarî ji bo kesên koçber hat xwestin.

Di axaftinan de, li ser aştiyê û ‘pêvajoya çareserî’yê jî bal hat kişandin û hat gotin ku ji bo aştiyê divê herkes bixebite, piştgiriyê û alikariyê bike. Di axaftinan de, herwiha, banga beşdarbûna çalakiya 1-ê Îlonê, roja aştiyê, hat kirin.

Piştî axaftinan, kesên ku beşdarî çalakiyên bûbûn, ‘çirayên xwestekê’ ji bo aştiyê pêxistin û ji bircên Diyarbekir firandin.

Basnews
Top