• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Zummar şer berdewam e

Gulan Media September 1, 2014 Nûçe
Li Zummar şer berdewam e
Heta niha jî şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de berdewam e û Pêşmerge wek taktîk jî navenda nehya Zummar vekişiyan.

Li nehya Zummar ku 4 roj e şer di navbera Pêşmergeyên Kurdistanê û çekdarên DAÎŞê de berdewam e, Hêzên Pêşmerge bi hevkariya balefirên şer ên Amerîkayê karîn 20 kîlometreyan li wî sînorî pêş bikevin. Heta doh êvarê 8 gund ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin kontrolkirin û Pêşmerge li nav nehya Zummar bûn, lê piştre wek taktîk vekişiyan.

Derheqa rewşa dawî ya Zummar de, Efserê Hêzên Pêşmerge agahî dan BasNewsê û got: ‘’Vekişîna me taktîk bû û fermana ên jor em vekişiyan, mebest jî ew bû daku balefirên şer wê deverê bombardiman bikin.’‘ Piştî vekişîna Pêşmergeyan, balefirên şer ên Amerîkayê yekser ew dever bombardiman kirin.

Ji aliyekî din ve di şer û pevçûnên navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAİŞ’ê de li wê navçeyê, heta niha 11 Pêşmerge şehîd bûne û 79 jî birîndar bûne. Hat zanîn ku piraniya şehîd û birîndaran di encama teqîna bombeyan de bûye.

Nehya Zummar zêdeyî 40 gundan li xwe digire, hejmara daniştvanên wê 60 hezar kes e û dikeve bakurê rojavayê parêzgeha Mûsilê. Çend roj dibe şer lê berdewam e û heta niha gelek çekdarên DAİŞ’ê hatine kuştin.

Basnews
Top