Kurd û Şîe li ser “madeya 140 û pêşmerge” nakok in
Şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî hevdîtinên xwe bi aliyên iraqî re li ser pêkanîna hikûmeta nû didomîne.
Şanda kurd duh li Bexdayê bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe re civiya.
Li gorî agahiyên Rûdawê, di civînê de ku 4 saetan ajot ti lihevhatinek di navbera her du aliyan de çênebûye.
Berdevkê şanda kurd Firyad Ruwandizî li ser naveroka civînê ji Rûdawê re got, civîna me ya bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe re li ser madeya 140 û pêşmerge bû li me li hev nekir, ji ber ku me pêşniyarên xwe ji wan re got lê ew dê sibê (îro) bersiva me bidin.
Ruwandizî nexwest tiştekî li ser naveroka pêşniyar û daxwazên şanda kurd li ser madeya 140 û pêşmerge eşkere bike û tenê wiha axivî: “Ew dê sibê (îro) bersiva me bidin ji ber ku emê sibê li ser bûdce, neft û gazê bicivin.”
Berdevkê şanda Herêma Kurdistanê di hevdîtinên pêkanîna hikûmeta Iraqê de da zanîn, şanda Kurdistanê dê roja sêşemê (2ê Îlonê) vegere Hewlêrê û encam û naveroka civîn û hevdîtinên Bexdayê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re gengeşe bike.
Tê zanîn, Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm, siyasetmedarê iraqî yê şîe Heyder Ebadî ji bo pêkanîna hikûmeta nû erkdar kiriye.
Ebadî divê heta 11ê Îlona îsal kabîneya nû pêk bîne.
Rudaw
