• Sunday, 15 February 2026
logo

Hoşiyar Zibarî û Emar Hekîm civiyan

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Hoşiyar Zibarî û Emar Hekîm civiyan
Komîteya danûstandinkar ya Kurdistanê li gel Emar Hekîm civiya.

Duh li Bexdayê komîteya danûstandinkar ya Kurdistanê a bi Serokatiya Hoşiyar Zibarî li gel Serokê civata bilind ya îslamiya Îraqê Emar Hekîm re civiya û piştî bi dawî hatina civîna han de jî di presskonferansekî de her du alî naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kirin.

Di vê derbarê de Zibarî eşkere kir ku di civînê de me behsa çendîn pirs û babetên girîng yên weke çareser kirina kêşeya petrol û gaz, hêzên pêşmerge, mûçeya mehane ya karmendên hikûmeta Kurdistanê û herwiha rewşa navçeyên Kurdistanî yên ku dikevin nava çarçoveya madeya 140 ya destûra Îraqê de.

Zibarî ev yek jî anî ziman ku heta niha danûstandinên Kurd yên li gel aliyên din bi başî birêve dicing.
Top