• Sunday, 15 February 2026
logo

Bajarokê Amerlî ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgar kirin

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Bajarokê Amerlî ji destê terorîstên DIŞIê hate rizgar kirin
Hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bajarokê Amerlî rizgar kirin.

Duh hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bi piştîwaniya balefirên şer yên Amerîkayê karîn bajarokê Amerlî ji destê terorîstên DIŞIê rizgar bikin.

Bajarokê Amerlî ku piraniya şîniyên wê Tirkmanên Şîine zêdetir ji du mehan bû ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatibû dorpêçkirin û rewşa şîniyên bajarokê gelek aloz bû.

Her di vê derbarê de duhê bi şev jî balefirên şer yên Amerîkayê hevkariya balefirên kargo yên vê welatî kirin daku hevkarî bibin bajarokê Amerlî.

Her îro piştî gehêştina wan hevkariyan û ligel bordiman kirina çend cêyên terorîstên DIŞIê yên li derdor Amerlî, hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê jî bi tevahî ketin nava vê bajarokê û ji destê terorîstên DIŞIê rizgar kirin.
Top