• Sunday, 15 February 2026
logo

Angela Merkel soz da ku ew dê Kurdan bi tenê nehêlin

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Angela Merkel soz da ku ew dê Kurdan bi tenê nehêlin
Duh Rawêjkara Elmanyayê Angela Merkel pêşwaziya mêvanan ji seranserî welat kir û komek Kurdên Berlînê jî bi navê 'Însiyatîva Piştgiriya Serwxebûna Kurdistanê ' amade bûn.

Di pêşwazîkirina mêvanan de Rawêjkara Elmanyayê Angela Merkel, plakat û wêne îmze kirin û liser dikê pir ji dil bixêr hatina hemûyan kir û piştre li nav mêvanan geriya. Li nav bexçeyê avahiya serokatiya wezîrên Elmanya Merkel axaftineke kurt kir û li ser kar û xizmetên xwe rawestiya. Merkel herwiha helîkoptera xwe jî nîşanî mêvanan da.

Li tenişt avahiyê sahneyeke taybet a mezin hatibû danîn daku kanalên Elmanya bi awayekî zindî axaftina Angela Merkel veguhêzin. Merkel liser 3 babetan tevî pêşkêşkarê kenala WDR Ekrem axifî û şirove kirin.

Babet evna bûn; 'Rewşa Sporê û serkeftina tîma helbijardeyê Elmanya bo qehremaniya Cîhanê bi amadebûna yarîzanekî, babetê li ser jin û rewşa zarokan û çawaniya xwedî derketina hikûmetê li zarokan û nûbûn û avakirin'.

Herwiha Angela Merkel di nav axiftinên xwe de qala Dîwarê Berlînê jî kir û got ' Hûn dizanin yên temenên we mîna yê min mezin, beriya 25 salan welatê me û taybet Berlîn di çi rewş de bûn, lê îro em bi kêfxweşî bi hevra dijîn û me nehişt Berlîn bibe dû dewletên cuda, îro 25 sal derbas bûn li dijî dîktaroriyetê me liber xwe da.'

Însiyatîfa Piştgiriya Serxwebûna Kurdistanê ku li Berlînê di 03.07.2014’an hatiye avakirin û çendîn çalakî lidarxistine, derfet dîtin ku seredana Angela Merkel bikin û wê ji nêzîk bibînin û spasiya wê û hikûmeta wê bikin.

Koma Kurdan nameyek bi Elmanî nivîsibûn ku têde bi navê gelê Kurd spasiya Merkel, hikûmet û gelê Elmanya hatibû kirin û çend plakat ku liser nivîsîbûn Spas Dr. Merkel, spas gelê Elman hatibûn bilind kirin tevî alayên Kurdistanê. Angela Merkel bi vê aksiyona Kurdan pir keyfxweş bû û ji dil spasiya amadebûna wan kir û soz da ku ew dê Kurdan bi tenê nehêlin.

Hêjayî gotinê ye ji sala 1998’an ve hikûmeta Elmanya ya Federal deriyê serokatiyê û hemû wezaretan liber mêvanan vedikin, ji bo hevwelatî seredana wan bikin û ji nêzîk ve cî û kar û xizmetên wan bibînin û bi karmend û wezîr û serok re wêneyan bigrin û hevdîtinan pêkbînin, ev dû sal in grûbên Kurdan jî beşdar dibin.

Basnews
Top