• Sunday, 15 February 2026
logo

Awustraliya jî çek û balafirên şer ji hêzên Pêşmege re dişîne

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Awustraliya jî çek û balafirên şer ji hêzên Pêşmege re dişîne
Serokwezîrê Awustraliyayê Tony Abbott ragihand, ew di şerê li dijî DAIŞê de pişta Herêma Kurdistanê digirin û da zanîn, di nav çend rojên bê de dê çek û balafirên şer ji bişînin Kurdistanê.

Li gorî ajansên nûçeyan, Awustraliya daxwaza Amerîka pejirand û ragihand, di şerê li dijî DAIŞê de dê pişta hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê bigire.

Ji ber wê jî Serokwezîr Tony Abbott eşkere kir, dê di nav çend rojên bê de çek û balafirên şer bişîne Kurdistanê.

Tony Abbott hefteya borî ji Palamentoya Awustraliyayê xwestibû, li ser mijara şandina çek û cebilxane ji hêzên Pêşmerge re bicive û biryarên pêwîst derxin parlamentoyê jî ev yek pesend kir û biryar hat dayîn, çek û cebilxane ji Kurdistanê re were şandin.

Ji aliyekî din jî tê gotin ku heta niha herî kêm 60 welaiyên awustralî tevlî DAIŞê bûne û li Sûriye û Iraqê şer dikin.

Rudaw
Top