• Sunday, 15 February 2026
logo

Hevpeymaniya Şîeyan dixwaze Kurdan bixapîne

Gulan Media August 31, 2014 Nûçe
Hevpeymaniya Şîeyan dixwaze Kurdan bixapîne
Serkirdeyên Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîeyan bi serokatiya Îbrahîm Caferî li ser bernameyê kar ê hikûmeta Heyder Ebadî û encamên gotûbêjên ligel aliyên din ên siyasî civiyan.

Li gor daxwiyaniyeke Hevpeymaniya Niştimanî, hevdengî li ser bernameyê kar ê hikûmeta Ebadî bo çar salên dahatû heye, daku li ser wî bingehî kabîneya nû di dema xwe de were pêkanîn. Hevdem Hevpeymaniya Niştimanî, daxwaz ji fraksyonên din kir di pêşkêşkirina namzetğen xwe de lezê bikin bo wergirtina postên wezaretan.

Ji aliyekî din ve parlamenterê Dewleta Yasa Ebas Beyatî got: ‘’Karnameya hêzên İraqî û Hevpeymaniya Kurdistanê bûne yek karname û Hevpeymaniya Niştimanî navê wê kiriye ‘karnameya niştimanî’. Ev karname dibe çarçoveya kar bo hikûmeta dahatû. Di karnameyê de çend xal liber çav hatine girtin.’‘

Li gor Beyatî hinek xal ji wan wiha ne:

- Destûr dibe qubletname û fermanrewayê karên hikûmeta nû.

- Nebûna mercên pêşwext ji aliyê tu aliyekî ve.

- Çend pirs û mesele hene piştî pesendkirina hikûmeta nû tên çareser kirin. Wek danîna yasayan, serrastkirina hinek yasa û daxwaz û mafên aliyan.

Li gor çavdêrên siyasî; Di xala sêyem de bi awayekî eşkere tê xwestin ku Kurd bên xapandin. Ji ber daxwaz tê kirin ku danîna yasayan (mînak yasaya petrol û gazê) bikeve piştî dengdana li ser kabîneya hikûmeta Heyder Ebadî.

Herwiha qala wê yekê jî tê kirin ku hinek maf bimînîn piştî pesendkirina hikûmeta nû. Wate Şîe xwe nadin ber tu daxwazên Kurdan. Bi taybetî di dariştina yasaya petrol û gazê yan jî mafê Kurdan ji budceya giştî (bi taybetî budceya Hêzên Pêşmerge û pirsa budceya 8 mehên borî). Çavdêrên siyasî dibêjin ku divê Kurd di vê mijarê de şiyar bin daku wek carên din neyên xapandin.

Basnews
Top