Şîrketên biyanî yên petrolê dîsa vedigerin Kurdistanê
Li gorî malpera aborî ya Bloombergê, şîrketa petrolê ya Gulf Keystone ku li devera Şêxanê neftê derdixe, ji ber ku nêzîkî eniyên şer ên hêzên Pêşmerge û DAIŞê bû karê xwe dabû sekinandin.
Li gorî nûçeyê, lê piştî ku hêzên Pêşmerge bi piştevaniya asimanî ya Amerîkayê karîn li hember DAIŞ serkeftinên mezin bidest bixin û çekdarên DAIŞê li wan deverên dûr bixin, şîrketa Gulf Keystone ragihand ku dê cardin karmendên xwe bişîne Kurdistanê û dest bi karê xwe bike.
Gulf Keystone eşkere kiriye ku dê hefteya bê beşek ji karmendên xwe bişîne Kurdistanê û rêveberê giştî yê şîrketê John Gerstenlauer jî dê serdana Hewlêrê bike.
John Gerstenlauer her wiha gotiye, rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi temamî aram e û şîrketên geştên asimanî dest bi geştên xwe bo Kurdistanê kirine û karmendên şîrketên petrolê vedigerin Kurdistanê.
Piştî ku çekdarên DAIŞê êrişî Başûrê Kurdistanê kirin şîrketên petrolê yên mîna Chevron, Marathon û AFREN karên xwe yên derxistina neftê li Kurdistanê dabûn sekinandin.
Lê şîrketên mîna Genel Energy û DNO ku pişka serekî ya dexistina petrola Kurdistanê ya wan e, tenê beşek biçûk ji kamendên xwe ji Kurdistanê derxistibûn.
Gulf Keystone ragihandiye, dê heta dawiya îsal rojane 40 hezar bermîl neft li bîra Şêxanê derbixe.
Rudaw
