• Sunday, 15 February 2026
logo

Ebdûlemîr Zeydî ket bin kontrola Pêşmergeyan

Gulan Media August 30, 2014 Nûçe
Ebdûlemîr Zeydî ket bin kontrola Pêşmergeyan
Fermandeyê Hêza Operasyonên Dîcle Ebdûlemîr Zeydî, dibe berpirsê mifrezeyeke artêşa İraqê ku di bin kontrola Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de ye û bi fermana wan tevdigere.

Di vê derbarê de Berpirsê Liqa 15 ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şêx Cafer Şêx Mistefa got: ‘’Sê roj dibe hêzeke zêde ya artêşa İraqê hatiye sînorê Xaneqîn û Ebdûlemîr Zeydî jî ligel wê hêzê ye û niha perpisê mifrezeyeke biçûk e û di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.’‘

Şêx Cafer Şêx Mistefa wiha axifî: ‘’Niha hêzeke zêde ya artêşa İraqê hatiye navçeyê, ku wek hêza Bedir tê naskirin. Hadî Amirî serpereştiya wê hêzê dike ligel Fermandeyê Hêza Operasyonên Dîcle Ebdûlemîr Zeydî. Lê belê wan daxwaz kiribû ku di medyayê de qala vê meseleyê neyê kirin.’‘

Şêx Cafer da zanîn ku gelek çek ligel wê hêza İraqî hene û wiha pêde çû: ‘’Ew hêza han ji Kerbela hatiye, qaşo bo rizgarkirina Amirlî hatibûn, lê ez bawer nakim û eger heye ku mebeste din li pişt be.’‘

Şêx Cafer axaftina xwe wiha qedand: ‘’Hadî Amirî û Endûlemîr Zeydî ligel berpirsê Hêzên Pêşmerge yên navçeyê civiyane, lê em beşdar nebûn, daxwaza alîkariyê ji Hêzên Pêşmerge kirine û herwiha xwestine ku di ragehandinê de qala vê mijarê neyê kirin, ji ber ne bi dilê wî ye ku daxwaza alîkariyê ji Pêşmergeyan kirin.’‘

Basnews
Top