• Sunday, 15 February 2026
logo

Devera Eyinzale bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge

Gulan Media August 30, 2014 Nûçe
Devera Eyinzale bi temamî ket destê hêzên Pêşmerge
Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê devera Eyinzale ya Mûsilê û bîrên petrol yên wê deverê bi temamî kontrol kirin.

Hat ragihandin, hêzên Pêşmerge tevahiya devera Eyinzale ya Mûsilê kontrol kirin û da zanîn, hemû bîrên petrolê yên wê deverê jî ketin destê Pêşmerge.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha got, hêzên Pêşmerge niha ber bi bajarokê Zûmarê ve diçin.

Devera Eyinzale girêdayî Mûsilê ye. Li gorî texmînan, nefta ku li wê derê heye derdora milyarek bermîl e û şiyana wê heye rojane 20 hezar bermîl neft lê bê derxistin.

Bîrên Eyinzale 80 kîlometran dûrî Mûsilê ne.

Rudaw
Top