• Sunday, 15 February 2026
logo

Du “pêşmergeyên swêdî” li Kurdistanê şerê DAIŞê dikin

Gulan Media August 30, 2014 Nûçe
Du “pêşmergeyên swêdî” li Kurdistanê şerê DAIŞê dikin
Çend Kurdên xwedî nasnameya swêdî ji bo alîkarîkirina pêşmergeyan li dijî çekdarên DAIŞê vegeriyan Başûrê Kurdistanê. Rojnameyên Swêdê jî du kesan ji wan wek “qehreman” û “pêşmergeyên swêdî” bi nav dikin.

Çûna Swêdiyan ji bo çeperên şer xirecireke mezin di medyaya Swêdê de peyda kir. Lê bi herdu rûyên wê yên baş û xirab. Ew Swêdiyên ku ji bo piştevaniya DAIŞê ji Swêdê bar dikin, dikevin ber nefreta xelkê û medyayê. Lê kesên ku ji bo piştgiriya pêşmergeyan ji Swêdê bar dikin, pesnê wan tê dayîn.

Li gor amarên dezgeha sîxurî ya Swêdê, ku wek “Sapo” tê naskirin, heta niha 80 kesên Swêdî tevlî DAIŞê bûne. Wekî din jî çend kesên Kurd ku welatînameya wan a swêdî heye li dijî DAIŞê şer dikin.

Raporteke rojnameya Expressen û televizyona fermî ya Swêdê (SVT) behsa çîroka du kesan ji wan Swêdiyan kirin û herdu şervanên swêdî yên bi esil kurd Rizgar Kêsteyî û Rêvîng wek du “qehremanan” hatin nasandin.

Raporta rojnamevanê swêdî Terez Krîstyanson wan wek “pêşmergeyên swêdî” dide nasîn û dibêje: “Ew li kêleka pêşmergeyan rêgir bûn li pêşber hatina çekdarên DAIŞê ji bo nav Kurdistanê.” Rizgar Teha Kêsteyî û Rêvîng Berwarî du Swêdiyên bi eisl Kurd in ku bi cilên kurdî û bi çek li çepera pêşî ya şer bûn.

Doktorek li pêş e

Çend doktorên swêdî ku pirraniya wan bi esil Kurd in, grûpek ji bo piştevaniya penaberên Şengalê û Mesîhiyan dirust kirine û bi rêya şandina nameyên telefonî pereyan kom dikin û bi wan pereyan jî li eniyên şer û kampên penaberan, xizmetguzariyên mirovî pêşkêş dikin. Wan heta niha bi sedan hezar Kronên swêdî kom kirine û bi dehan doktor şandine Başûrê Kurdistanê.

Endama Komeleya Doktorên Kurd li Swêdê Dr. Leyla Emîn demekê li Başûr maye. Ew bi şîroveyên li ser rûpela xwe bala medya û raya giştî ya Swêdê dikişîne û dibêje: “Em çawa bersiva wan jinên bêhêvî bidin ku direvin û daxwaza alîkariyê dikin? Em çawa li ber dilê wan zarokan bidin ku hingî giriyane çavê wan bûye gola xwînê?”

Firotina çekan ji bo Kurdistanê

Li gor zanyariyên Rûdawê, karbidestên Başûrê Kurdistanê daxwaza çekan ji Swêdê kiribûn, lê heta niha dewleta Swêdê bi fermî bersiv nedaye. Dibe ku ev girêdayî hilbijartinên Swêdê be ku meha bê tên sazkirin. Swêd di nav 10 welatên yekem ên cihanê de ye di firotina çekan de û pirr caran rastî rexneyên tund hatiye ji ber firotina çekan ji welatên rojhilat û Afrîqayê re.

Çar kesayetiyên naskirî yên Swêdê, ku bi esil Kurd in, di rojnama Svenska Dagbladet ku rojnameeke swêdî ya navdar e, gotareke hevbeş belav kirine û daxwaz dikin ku Swêd çekdan bide Başûrê Kurdistanê. Dilşa Demîrbeg, Soran Îsmaîl, Sekîne Madun û Ozz Nujen çar hunermend û rojnamevan in ku gotara xwe li jêr navê “Bûyerên Iraqê divê bên yekalîkirin” belav kirine û dibêjin: “DAIŞ ne tenê ji bo Kurdistanê metirsîdar e, lê ji bo hemû cihanê xeterek e. Swêd berpirs e û divê di proseya nehiştina metirsiya wê hêza tirsnak de beşdar bibe.”

Rudaw
Top