• Sunday, 15 February 2026
logo

12’emîn keştiya petrola Kurdistanê hat barkirin

Gulan Media August 29, 2014 Nûçe
12’emîn keştiya petrola Kurdistanê hat barkirin
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Taner Yildiz derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de got: ’’12’emîn keştiya petrolê hat barkirin û 8,8 milyon bermîl petrol jî hatine hinardekirin.’

Taner Yildiz piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Gihandinê yê Venezuelayê Haîman El Troudî re bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de da. Yildiz derheqa hinardekirina petrola ji Kurdistanê bo Tirkiyê de diyar kir ku 12’emîn keştiya petrolê hatiye barkirin û 8,8 milyonbermîl petrol jî hatiye hinardekirin.

Yildiz da zanîn ku ji xeta boriyê ya petrola xav ya Kerkûk-Yumurtalikê rojane 180-190 hezar bermî petrol derbasî Tirkiyê dibe û got ku dê ev hejmar derkeve 200-220 hezar bermîl petrol û wiha axifî: ’Di depoyan de 300-350 hezar bermîl petrol heye û evna jî bo hinardekirinê amade ye.’

Basnews
Top