• Sunday, 15 February 2026
logo

Serokwezîrê Brîtanyayê; “Em hemberî DIŞIê, li gel Kurdan in”

Gulan Media August 29, 2014 Nûçe
Serokwezîrê Brîtanyayê; “Em hemberî DIŞIê, li gel Kurdan in”
Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron, derbarê rewşa Iraqê û Sûriyeyê de ku di bin êrîşê DIŞIê de ne helwesta xwe aşkere kir û got, her çiqas niha li Iraqê bin jî xeterî bo hemû herêmê heye.

Cameronê, duh li paytext Londonê civîneke çapemenî li dar xist û got, her çiqas êrişên DIŞIê îro li Iraq û Sûriyeyê ne, lê xeterî di serî de bo Libnanê û Urdinê û tevahiya herêm heye û welatiyên brîtanî jî di bin xeteriyê de ne.

Serokwezîrê Brîtanyayê got, divê raya giştiya navneteweyî hemberî teror û tundiyê xwedan helwestê be û wiha pêde çû; “Dijî DIŞIê tenê helwesta serbazî dê fêde bike. Ne tenê li Iraqê, dibe ku li Sûriyeyê jî em ‘êrişê sînordar’ hemberî DIŞIê bikin.”

David Cameron, di civînê de çend car dûbare kir ku, divê DIŞIê têkbiçe û di vê warê de got, “Divê em piştgiriya Iraqiyan bikin. Herwiha divê em li gel Kurdan kar bikin û piştgirî bidin wan.”
Top