Beşîr Atalay: Min bexşîna xwe xwest
Piştî ku Recep Tayyip Erdogan bi hilbijartina gel bû Serokomar, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê derbasî şûna wî bû.
Davutoglu îro hikûmeta 62em a Tirkiyeyê aşkera kir. Beşir Atalay ku di dema hikûmeta Erdogan de Cîgirê Serokwezîr bû vê gavê cih negirt û şûna wî dewrê Yalçin Akdogan Şêwirmendê Siyasî yê Erdoganê hate erkdar kirin.
Atalay, di merasîma dewrkirinê de axift û got, “Ev 12 sal in çi ji destê min hat min kir. Ji ber hin sedemên ku bi min ve girêdayî ne, min ji serokwezîr bexşîna xwe xwestibû. Ew jî bi erênî nêzîk bû. Yalçin Akdogan jî hevalekî pir hêja ye.”
Yalçin Akdogan ku, ji Atalay erkê dewr girt wiha axivî:
“Ger AK Partiyê projeyên ‘şoreşa bêdeng’ jiyanî kirin, di bin van de mora Atalay heye. Me di van 12 salan de demên zehmet derbas kirin. Derdê Atalay hene, doza wî heye. Ew him mezinê me yê malbatê û him jî yê partiyê ye.”
Rudaw
