YPG: 51 endamên DAIŞê hatin kuştin
Malpera fermî ya Navenda Çapemeniya YPGê, derbarê pevçûnên 24 demjimêrên dawî de daxuyaniyekê weşand. Li gorî daxuyaniyê li bajarên rojavayê Kurdistanê Kobanî, Til Temir, Heseke û Cezayê bi DAIŞê re pevçûn derketine.
Di daxuyaniyê de tê aşkerakirin ku, di pevçûnên dawî de gundek û 5 mezre ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 51 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.
Hate ragihandin ku, di operasyonên rojên 28 – 29ê vê mehê de li Şingalê 5 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de te destnîşankirin ku, YPGê di pevçûnan de gelek cebilxane jî bidest xistiye.
Rudaw
