• Sunday, 15 February 2026
logo

YPG: 51 endamên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media August 29, 2014 Nûçe
YPG: 51 endamên DAIŞê hatin kuştin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) aşkera kir ku, di pevçûnên nava 24 demjimêrên dawî de 51 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Malpera fermî ya Navenda Çapemeniya YPGê, derbarê pevçûnên 24 demjimêrên dawî de daxuyaniyekê weşand. Li gorî daxuyaniyê li bajarên rojavayê Kurdistanê Kobanî, Til Temir, Heseke û Cezayê bi DAIŞê re pevçûn derketine.

Di daxuyaniyê de tê aşkerakirin ku, di pevçûnên dawî de gundek û 5 mezre ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û 51 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Hate ragihandin ku, di operasyonên rojên 28 – 29ê vê mehê de li Şingalê 5 şervanên YPGê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de te destnîşankirin ku, YPGê di pevçûnan de gelek cebilxane jî bidest xistiye.

Rudaw
Top