• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Qasim Simêr civiya

Gulan Media August 28, 2014 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Qasim Simêr civiya
Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serkirdeya meydanî ya çiyayê Şengalê kir

Duh Şewirmendê civata ewlekariya netewî ya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serkirdeyê meydanî yê çiyayê Şengalê Qasim Simêr kir.

Di hevdîtinê de birêz Mesrûr Barzanî bi germî bixêr hatina Simêr kir û jiber ew rola xwe ya qehremanane yaku bo parastina Şengalê lîstiye spasiya vî kir û got: Berxwedana qehremanane ya Simêr cêyê şanaziya tevahiya me û hertim di nava dilê gelê Kurd û xelkê Şengalê de bi zindî dimîne.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Simêr jî pêşwaziya han û têkiliyên berdewam yên Mesrûr Barzanî ên bi wan re spasiya Mesrûr Barzanî kir û tekez li ser vê yekê kir ku hertim weke pêşmergeyekî rêbaza Kurdatî di nava meydanan de dibe û tevahiya karînên xwe bo rizgar kirina Şengalê bitevger dike.

Di dawiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgîriya xwe jî bo hewldanên heyî yên bo rizgar kirina Şengalê diyar kir.

Mesrûr Barzanî herwiha anî ziman ku bi ti awayî û di bin ti şert û mercekî de xwe ji Şengalê cuda nakin û ew tiştên ku ji me werin bo dîtin û rizgar kirina ew Êzidiyên ku hatine refandin vê emê cîbicîh bikin.
Top