Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasî û serbaziya niha ya Kurdistanê û serkeftinên Pêşmerge hate nirxandin.
Her wiha nirxandina rewşa siyasî û emnî û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rewşa penaberan û lêqewimiyan mijareke dinê hevdîtinê bû û bi girîngiyê ve behsa wê piştevaniya navdewletî hate kirin ku li ruyê siyasî û hevkariya serbazî û mirovî ve ji bo Kurdistanê pêkhatiye.
