Terorîstên DIŞIê çar mezarên Kakeyiyan teqandin
Hat ragehandin ku duh terorîstên DIŞIê li devera Werdekê çar mezarên olî yên Kurdên Kakeyî teqandine.
Çavkanî eşkere kir ku terorîstên DIŞIê duh li devera Werdek ya li Hemdaniyeyê bi awayekî hovane êrîşî we welatiyên Kurd ên Kakeyî li deverê kirine û mezargehên wan yên olî teqandine.
Weke tê zanîn ew demeke terorîstên hov yên DIŞIê bi her awayî bêyî ti cudatî kirin êrîşî ser gor û mezargehên olî yên pêkhateyên curbicur ên olî li Îraqê de dikin.
