DYA: Agahiya me nine ku Îran çek rêkirine Kurdistanê
Berdevka Wezareta Derve ya DYEyê Jen Psaki, li Washintonê di civîneke çapemenî de ragihand, “Hê berê bo ku çekên Îranê neyên Iraqê me nerehetiya xwe nîşan dabû. Ji xwe biryarê Neteweyên Yekbûyî (NY) jî heye ku Îran nikare çek bişîne derve.”
Li ser pirsa, “Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di civîneke çapemenî ya bi Mihemmed Zerîf Wezîrê Derve yê Îranê de got, Îran hewl daye ku çekan bigîhîne kurdan, gelo DYA piştgîrî dide Îranê ku kurdan re çek bişîne?” jî wiha got:
“Di vê warê de tu agahiyek ku hatibe rastkirin negîhîştiye destê me. Bo vê bi dilekî rehet dikarim bêjim ku, tiştek wiha nine. Hê berê jî bo Îran çek neşîne Iraqê me nerazîbûna xwe nîşan dabû. Ev helwesta me hê jî didome. Lê tu agahiya ku di vê warê de hatiye piştraskirin negîhiştiye destê me.”
Li ser pirsa, “Madem hun dikarin çek bidin kurdan çima Îran nikare bide” jî Jen Psaki wiha bersiv da,”Li gorî biryara Encumena Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (NY), Îran nikare çek bişîne derve. Ger Îran çek bişîne derve ev yek tê wateya ku gemaroya Emerîka ya ser Îranê hatiye şikandin. Em vê yekê jî qebûl nakin.”
Her wiha berdevka wezareta Derveya DYAyê got, “Helwesta me neguhertiye. Çawa berê jî me nedihîşt tu kes destê xwe bavêje Iraqê dîsa jî wiha ye. Lê di vê warê de tu agahî nehatiye piştrastkirin û bo vê jî zêde axiftin ser nakim.”
Rudaw
