• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Giwêr 17 sîxurên DAİŞ’ê hatin girtin

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Li Giwêr 17 sîxurên DAİŞ’ê hatin girtin
Welatiyên xwebexş ên eniya Giwêr di operasyonekê de 17 sîxurên DAİŞ’ê girtin ku li sînorê nehya Giwêr yê di navbera DAİŞ û Hêzên Pêşmerge de alîkariya DAİŞ’ê dikirin.

Azad Balekî ku yek ji welatiyên xwebexş e û ligel Hêzên Pêşmerge şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin, ji BasNewsê re got: ‘’Di operasyoneke welatiyên xwebexş ên sînorê Soran û Balekayetî û Qesrê de li nav gundê Gêtelî ê ser bi qezaya Giwêr, me karî 17 tawanbaran bigrin ku hemû Ereb in û xwe li nav darên di navbera DAİŞ û Hêzên Pêşmerge de veşartibûn.’‘

Balekî da zanîn ku navê wan hemû kesan li ba asayîşê hebû û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Navê wan hemûyan hebû lê heta niha nehatibûn girtin û ji çekdarên DAİŞ’ê re dixebitîn li dijî Hêzên Pêşmerge. Piştî hatin girtin jî me hemû radestî asayîşa navçeyê kirin.’‘

Basnews
Top