Li Giwêr 17 sîxurên DAİŞ’ê hatin girtin
Azad Balekî ku yek ji welatiyên xwebexş e û ligel Hêzên Pêşmerge şerê çekdarên DAİŞ’ê dikin, ji BasNewsê re got: ‘’Di operasyoneke welatiyên xwebexş ên sînorê Soran û Balekayetî û Qesrê de li nav gundê Gêtelî ê ser bi qezaya Giwêr, me karî 17 tawanbaran bigrin ku hemû Ereb in û xwe li nav darên di navbera DAİŞ û Hêzên Pêşmerge de veşartibûn.’‘
Balekî da zanîn ku navê wan hemû kesan li ba asayîşê hebû û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Navê wan hemûyan hebû lê heta niha nehatibûn girtin û ji çekdarên DAİŞ’ê re dixebitîn li dijî Hêzên Pêşmerge. Piştî hatin girtin jî me hemû radestî asayîşa navçeyê kirin.’‘
Basnews
