• Sunday, 15 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Norwêcê seredana penaberan kir

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Wezîrê derve yê Norwêcê seredana penaberan kir
Wezîrê derve yê welatê Norwec serdana kampa Biherkê ya koçberên Mûsil kir û li gel koçberan axifî, pirsa rewşa wan û daxwazên wan kir. Wezîr her tekez kir û ew bi mebesta alîkariyên mirovî hatiye û dixwaze bizanibe ka pêwîstiya wan bi çi heye. Li ser pirsa Rûdawê ya ku digot, gelo wê welatê Norwêc alîkariya leşkerî jî bike, wezîr da zanîn ku ev yek jî di plana wan de heye.


Wezîrê Plandananê yê herêma Kurdistanê ku li gel wezîrê derve yê Norwêcê seredana penaberan kir, amaje bi alîkariyên mirovî û karê rêkxistinên Norwêcî di nava kampên penaberan de bi giştî kir. Her wiha da zanîn ku wê di dema pêş de alîkariyên zêdetir ji welatê Norwêcê bigihin kurdistanê.


Koçberên ku wezîr li gel wan axiftî, tekez dikin ku pirsgirêka wan ne av û xwarine, jixwe li gora ew dibêjin Hikûmeta Kurdistanê di vê yekê de kêmanî nekiriye.


Li gora zanyariyên li ber destê Rûdawê, Wezîrê derve yê Norwêcê bi tenê seredana kampa Behirkê kir weke nimûneyekê ji rewşa giştî ya penaberan. Dema wan têrê nake ku ew seredana bi hezaran koçberên li başûrê kurdistanê bikin,ku ji ber tûndûtûjiya li deverên xwe reviyane.

Rudaw
Top