Pentagon: 7 welatan soz daye ku çekan bidin Pêşmerge
Berdevkê Pentagonê John Kirby, da zanîn ku 7 welatan soz daye wan daku çekan bidin Hêzên Pêşmerge ji bo rûbirûbûna ligel çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ).
Derbarê Sûriyê de jî Kirby got: ‘’Firokeyên me yên bê firokevan li ser Shuriyê jî bi pey çekdarên DAİŞ’ê de digerin.’‘ Berî niha hatibû ragehandin ku Serokê Amerîkayê Barack Obama ferman daye Hêzên Esmanî yên Amerîkayê daku li ser axa Sûriyê jî cihên çekdarên DAİŞ’ê destnîşan bikin.
Li gor pisporên leşkerî û siyasî jî, evna destpêkeke ku Amerîka dixwaze li Sûriyê jî li çekdarên DAİŞ’ê bide, lê heta niha nayê zanîn dê çi demekê êrîşên esmanî li Sûriyê dest pê bikin.
Basnews
