23 şervanên YPGê şehîd ketin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, di civînek rojnamevanî de li bajarê Rimêlan ragihand ku li şerê navbera wan û DAIŞê li gundê Cezha yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve 23 şervana jiyana xwe ji dest dane.
Xelîl got, di beramber de bi sedan ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku di nav wan de 3 fermandar hebûn.
Xelîl anî ziman ku DAIŞê li Cezhayê şer dike da ku hewl bide rêya navbera wê û Şingalê qut bike û got ku ewê li Cezhayê şer bidomînin heta DAIŞê jê derxin.
Ev zêdetirî hefteyekê ye şer navbera YPGê û DAIŞê li gundê Cezhayê didome.
Rudaw
