• Sunday, 15 February 2026
logo

Emerîka balafirên xwe dişîne Sûriyê

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Emerîka balafirên xwe dişîne Sûriyê

Duh roja duşemê 26/8/2014 Barak Obama serokê Emerîka rezamendiya xwe li ser komkirina zanyariyan ji aliyê firokên istixbaratî ên Emerîka li nava axa Sûriyê nîşan da.

Berpirsên serbazî ên Emerîka jî ev gava Obama bi giring binav dikin û radighînin ku welatê wan dikare li çend rojên bêde li ser wan zanyariyên ku firojên keşfê bi dest bixin bi dehan êrişên karîger li çekdarên dewleta îslamî (DAIŞ) bidin.

Berdevkê koşka sipî jî duh ragihand ku Barak Obama rezamendiya xwe li ser encamdana operasyonek serbazî li nava axa Sûriyê hîna nedaye çûnkî pêwîstiya wî niha bi komkirina zanyariyên temam heye.

Piraniya endamên pantagonê li ser lêdan gorzek karîger bi mebersta dawîanîna dewleta îslamî (DAIŞ) hemfikirin. Pêwîste destpêkê Emerîka cihên hestiyar ên rêxistina DAIŞ li nava aa Sûriyê bike armanca xwe.

Xendan

Top