• Sunday, 15 February 2026
logo

Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbestî

Gulan Media August 27, 2014 Nûçe
Di navbera Hamas û Îsraîlê de agirbestî
Li gorî çavkaniyen Filistînê, bi alîkariya Misrê agirbestiya di navbera Hamas û Îsraîlê de dê işev dest pê bike.

Rayedareke bilind ê Hamasê ragihand ku bi alîkariya Misrê di navbera wan û Îsraîlê de biryara agirbestê hatiye dayin.

Li gorî nûçeyan li hevkirina agirbestiyê demkî ye.

Hat diyar kirin, di çarçoveya li hevkirinê de Îsraîl dê ji ber xirabûna wê deverê dorpêçiya Xazayê kêm bike da ku alîkarî biçe.

Di şerê 7 hefteyê didome de nêzîkî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest da.

Daxwazên Hamasê yên vekirina balafirgeh û benderê di heyvekê de dê bê giftûgokirin.

Rayedarê Hamasê da zanîn Misir dê îro daxuyanîyekê bide.

Îsraîlê jî hêj tu daxuyanî ne dane.

Rudaw
Top