Barzanî: Îran yekemîn welat bû ku çek û alîkarî da me
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf, îro ji Bexdayê gihîşt Hewlêrê. Zerîf bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.
Piştî civînê Barzanî û Zerîf derketin pêşberî rojnamevanan û li ser naveroka civînê daxuyanî dan.
Wezîrê Derve yê Îranê ragihand ku DAIŞ ne tenê dujminên gelên Iraqê ye dujminê gelên Rojhilata Navîn e lewma Îranê dê di şerê DAIŞê de pişta gelên Iraqê bigire.
Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku ew hêvîdar in nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin û got, her cure rêkeftina ku di navbera her du aliyan de çêbibe emê piştgirî bikin.
Piştî Zerîf, Barzanî axivî û ragihand, Îran yekemîn welat bû ku di şerê li dijî DAIŞê de çek û alîkarî da Herêma Kurdistanê.
Barzanî her wiha got, ji bo me şerefek mezin e ku DAIŞ li ser xaka Kurdistanê ji nav here.
Li ser îdia û nûçeyên ku dibêjin, bendava Mûsilê dîsa ketiye destê DAIŞê û 200 pêşmerge jî dîl ketine destê çekdarên DAIŞê, Barzanî got, ew nûçe û îdia hemû derew in. Bendava Mûsilê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.
Rudaw
