• Sunday, 15 February 2026
logo

Bazirganî bi koçberên Şingalê tê kirin

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Bazirganî bi koçberên Şingalê tê kirin
Di navçeya Heftanînê ya ser bi qezaya Zaxoyê re, qeçaxçî û bazirgan her malbeteke koçber ên Şingalê bi 100 dolarî dighînin gundê Roboskî yê Bakurê Kurdistanê.

Çavkaniyeke agahdar ji Zaxoyê ji BasNewsê re got ku niha bazirganiya bi koçberên Şingalê dest pê kiriye û qaçaxçî û bazirgan her malbateke Kurdên Êzdî ku ji Şingalê koçber bûne bi 100 dolarî dighînin gundê Roboskî yê Bakurê Kurdistanê daku ji wir jî di ser Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku eger rê li ber vê bazirganiya han neyê girtin dê qeçaxçî jiyana bi sedan Kurdên Êzdî bixin metirsiyê ji bo bidestxistina çend quruşan. Li gor rêxistinên mafên mirov jî divê aliyên peywendîdar û ewlekariyê bi erkê xwe rabin û nehêlin bazirganî bi Kurdên Êzdî were kirin.

Piştî ku çekdarên DAİŞ’ê di 3’ê tebaxê de karîn bikevin qezaya Şingalê bi hezaran Kurdên Êzdî koçberî çiyayê Şingalê bûn û çendîn jin û zarok û kal û pîr li serê çiyê ji têhna û nêza canê xwe ji dest dan. Piştî çend rojan heta rê hat vekirin, piraniya Koçberan bo Rojavayê Kurdistanê hatin veguhestin û ji wir jî dîsan derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.

Niha ji ber rewşa nebaş ya koçberiyê û nebûna kar û cihê manê gelek malbatên Kurd ên Êzdî hewl didin ku di ser Tirkiyê re derbasî welatên Ewropayê bibin, bazirganên mirovan jî vên wek firset dibînin û bi fen û xapan wan di rêyên qeçax re derbasî Tirkiyê dikin.

Rudaw
Top