• Sunday, 15 February 2026
logo

Dadgeha Teksasê di berjewendiya Kurdistanê de biryar da

Gulan Media August 26, 2014 Nûçe
Dadgeha Teksasê di berjewendiya Kurdistanê de biryar da
Doh dadgeha wilayeta Teksasê ya Amerîkayê fermana desteserkirina keştiya petrola xav a Herêma Kurdistanê hilweşand.

Keştiya bi navê United Kalavrvta ku behayê nêzîka 100 milyon dolar petrola xav a Herêma Kurdistanê hilgirtibû, çend hefte dibe li nêzîkê wilayeta Teksasê rawestiya bû. Hikûmeta İraqê li dadgeha teksasê doz li dijî hikûmeta Kurdistanê tomar kiribû û daxwaz dikir ku aliyên peywendîdar ên Teksasê dest deynin ser keştiya petrola Kurdistanê.

Piştî dozê, dadgeha Teksasê biryar da ku ew barê petrola Herêma Kurdistanê were ragirtin heta li gor yasayan pirsgirêk di navbera hikûmeta navendî ya İraqê û Herêma Kurdistanê de tê çareser kirin.

Piştî derketina pirsgirêkan di navbera Hewlêr û Bexdayê de, herwiha qutkirina meaşê fermanberên Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve, hikûmeta Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê çend keştiyên petrolê şandin bazara cîhanê. Ew keştiya petrola Kurdistanê ku dadgeha Teksasê biryara azadkirinê jêre derxist, roja 23’ê Hezîrana borî ji bendera Ceyhan a Tirkiyê hat barkirin û berî bigihe peravên welayeta Teksasê çend caran rêya xwe guhert.

Li gor Reuters û Blumberg, dadgeha Teksasê li ser firotina petrola Kurdistanê ragehand ku tu binpêkirinek têde nîne li dijî yasaya Amerîka be û bi vê biryarê jî hikûmeta Bexdayê di wê doza xwe ya ku li dijî hikûmeta Kurdistanê tomar kiribû, wenda kir.

Basnews
Top